10:08:27 PM
RojavaNews: Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) beşdarbûna xwe di nav civînên Rikberiya Sûriyê û Cinêvê de ragirt.
Ji ber ku Rikberiya Sûriyê razî nebû ku projeya ENKSê bibe beşek ji danûstandinan, lewma ENKSê beşdarbûna xwe di nav civînên Cinêvê de ragirt .
Ev baykotkirina ji aliyê endamên Kurd li Cenêvê ve, wek helwesteke nerazîbûnê li hember Desteya Bilind a danûstandinan tê.
Şanda Kurdî li Cenêvê belgenameyek derbarê mafên Kurdan li Sûriyê pêşkêşî Desteya Bilind kiribû, da ku bi belgeyên Desteya Bilind re bo Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura were pêşkêşkirin. Destpêkê ew belgename hatibû pejrandin, lê di piştre Desteya Bilind helwesta xwe derbarê wê belgenameyê de guhart.
