Sekreterê giştî yê NY îro tê Kurdistanê

Sekreterê giştî yê NY îro tê Kurdistanê

12:20:25

 

Rojava News: Hat zanîn ku sekreterê giştî yê NY dê îro danê êvarê serdana Hewlêrê bike û bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin bike.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres îro serdana Bexdayê kir û bi rayedarên Iraqê re hevdîtin pêk anî.

Li gorî agahiyan, Guterres dê îro danê êvarê ji Bexdayê derbasî Hewlêrê bibe û bi Serok Barzanî re hevdîtin bike.

Tê çaverêkirin ku di hevdîtina Barzanî û Guterres de çend mijarên girîng û hestiyar li ser Herêma Kurdistan û Iraqê her wiha qonaxa piştî DAIŞê bên axaftin.