13:53:12
Rojava News: Balefirên şer ên hevpeymaniya navnetewî îro binke û pêgehên DAIŞê yên li başûrê Kerkûkê bombebaran kirin, di encamê de 5 kuştî û hejmarek birîndarên DAIŞê çêbûn.
Jêderekî ji hêza Pêşmerge ji K24ê re ragihand, balefirên şer ên hevpeymaniya navnetewî îro danê sibê binke û pêgehên DAIŞê yên li komelgeha Şehîd ya li başûrê Kerkûkê bombebaran kirin.
Wî jêderî got, 3 armancên DAIŞê ku hatibûn bombebarankirin, di encamê de 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.
