Çekdarên PKK endamekî şepêla Paşeroj girtin

Çekdarên PKK endamekî şepêla Paşeroj girtin

9:25:46 PM

RojavaNews: Çekdarên PYD baskê Partiya  Karkerên Kurdistanê  li Rojavayê Kurdistanê îro şemiyê, endamê nivîsgeha pêwendiyên giştî ya şepêla Paşeroja Kurd û endamê xwecihiya ENKSê Reşîd Mihemed li bajarê Dirbêsiyê girtin.

Berpirsê ragihandinê yê şepêlê Fadî Mer’î ji RojavaNews re ragihand, ku çekdarên PYD îro piştî nîvro êrîşî mala Reşîd Mihemed kirin, û ew binçavkirin û berve cihekî nenas ve birin.

Tê zanîn ku çekdarên PYD bi dehan Ciwanên Kurd jihemû bajar û bajarokê Kudistanê girtin.