12:35:47
Rojava News: Hat zanîn ku rêjîma Sûriyê daxwaz ji PKKê kiriye bendava Tişrînê li bakûrê Helebê radestî Şamê bike lê PKKê bi hêceta ku Amerîka razî nîne, daxwaza rêjîmê red kiriye.
Li gor nuçeya Bas newsê çend roj berê şandeka rêjîma Sûriyê li bajarê Minbicê bi berpirsên PYD/PKKê re hevdîtin kiribû. Di wê hevdîtinê de rêjîmê ji PKKê xwastibû bendava Tişrînê, ku vê dawhiyê ji aliyê hêzên hevpeyman û Hêzên Sûriya Demokratîk ve hat azadkirin, radestî hikûmeta Şamê bike.
Berpirsên PYDê ji şanda rêjîma Sûriyê re gotibû ku ew nikarin bendavê bidin ji ber ku Amerîka razî nîne.
Herweha her devera ku bi alîkariya hêzên hevpeyman were azadkirin, PKK nikare bi serê xwe radestî rêjîma Sûriyê bike ji ber ku Amerîka vê yekê qebûl nake.
ku nexwast navê wî were eşkerekirin, da zanîn ku rêjîma Sûriyê berê xwe dabû bendava Firatê lê hêzên hevpeyman bendav û firokexaneya Tebqa kontrol kirin û pêşiya pêşveçûna rêjîmê girtin.
