14:27:42
Rojava News: ENKSê îdîa kir ku PKKê 200 endamên ENKSê ji aliyê PKKê hatine revandin û ragihand ku dosyayên binpêkirinên PKKê li Rojavayê kirine dê pêşkêşî Parlemnetoya Herêma Kurdistanê û navnendên navdewletî bikin.
Li gorî nûçeya Bas Newsê, Berpirsê ragehandina ENKSê Îmad Birho derbarê mijarê de wiha gotiye, "Heta naha 200 endamên ENKSê ji aliyê hêzên PKKê ve hatine revandin, Ji bilî revandinê jî herwaha lêpirsîn, gef, derxistin û gelek binpêkirinên din hatine kirin û ew hemû bûne dosyayek û em ê di destpêkê de radestî parlamentoya Kurdistanê bikin.''
Herwiha Birhoyî got: ‘’Piştre jî biryare ENKS serdana partiyên başûrê Kurdistanê bike û wan dosyayan dayne pêş wan jî, piştre jî hemû binpêkirinên PKKê bidin serokatiya herêma Kurdistanê û konsolxaneyên welatên derve yên li Hewlêrê.’’
Ji aliyê din ve, PKKê hîn ti daxuyanî derbarê vê mijarê de nedaye.
