22:30:19
Rojava News: Nêzîkî 25 penaberên kurd ên ji Herêma Kurdistanê gava ku diçûn welatê Belçîkayê, di rê de qeza derbaskirin. Hat diyarkirin ku hejmareke wan jiyana xwe ji dest daye û çarenûsa yên din ne diyar e.
Li gorî agahiyên Rûdawê xizmekî wan koçberan diyar kir ku otomobîleke ku penaberên kurd, efxan û erebên Iraqê tê de, gava ku diçû Belçîkayê di rê de qeza derbas kiriye û di encamê de hejmareke wan penaberan jiyana xwe ji dest daye û hinek jî birîndar bûye.
Wî xizmê wan penaberan da zanîn ku yekî ji wan kesên birîndar bi rêya telefonê agahî daye wan otomobîla wan qeza kiriye û di encamên de hinekan jiyana xwe ji dest daye û her wiha çarenivîsa hinekan jî nayê zanîn.
Tê gotin ku her sal gelek kesên ji Herêma Kurdistanê û welatên din hewil didin ku biçin welatên Ewropayê lê gelekê wan di rê de ji ber qezayên cûr bi cûr jiyana xwe ji dest didin.
