Rojava News: Parlamentoya Kurdistanê li hola şehîdan ya monomênta Helebce dest bi civîna xwe kir û biryar e di wê civînê de projeyasaya îdareya parêzgeha Helebce bê erêkirin.
Jibilî parlamenteran, Cîgrê serokwezîrê Herêma Kurdistanê û çend berpirsên din jî di civînê de amade ne.
Welatyên Helebceyê çend komîte ji bo pêşwazîkirina parlamenteran pêkanîne û weke rojeke dîrokî dibînin.
