Hesekê: Bi ketina darekê 13 zarok birîndar bûn

Hesekê: Bi ketina darekê 13 zarok birîndar bûn

12:39:25

 

Rojava News: Li bajarê Heskê yê Kurdistana Rojava dareke mezin li dibistanekê ket û de di encam de 13 zarok birîndar bûn, hin ji wan jiyana wan di metirsiyê de ye.

Hin çalakvanên rêxistinên sivîl ji bajarê Hesekê ji BasNewsê re ragehand ku, îro nîvro roja Yekşemê 9.04.2017e dema zarokên dibistana Ebutemam a seretayî li hewşa wê bûn dareke mezin ket, di encam de 13 zarok birîndar bûn, hin ji wan jiyana wan di metirsiyê de ye.

Piştî bûyerê mamosteyên dibistanê bi arîkariya welatiyên sivîl ew zarok ji bin wê darê derxistin û birin nexweşxaneya Niştimanî ya bajêr.

Li gor hin pizîşkên nexweşxaneyê ragehandinî ku, jiyana du ji wan zarokan metirsiyê de ye, heta niha jî sedemên ketina wê darê li wê dibistana ku, şagirtinên wê Kurd û Ereb bûn nehatine zanîn.