RojavaNews: Sekretêrê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S Mihemed Ismaîl û Kejal Derwêş berpirsê ofîsa pêwendiyên PDK-S li Ewropayê serdana nûnergeha Herêma Kurdistanê li Birûksilê kirin û ji aliyê nûnerê Herêma Kurdistanê di Yekîtiya Ewropayê de Dîlawer Ajgeyî û Newzad Ehmed hatin pêşwazîkirin.
Di civînê de her du aliyan behsa pêwendiyên biratî di navbera her du partiyan de kirin, her wiha rewşa siyasî bi giştî û li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi taybet hate kirin.
Her du aliyan li ser hemahengiyê di navbera partiyên kurdî de û bi taybet (PDK-S-PDK) tekez kirin.
Di dawiyê de her du aliyan li ser pêwîstiya pêkanîna wisa hevdîtin tekez kirin, her wiha karê hevbeş di xizmeta doza kurd li kurdistanê.
