Li Şingalê PKK dixwaze rê li referandomê bigre

Li Şingalê PKK dixwaze rê li referandomê bigre

12:26:07

 

Rojava News: Nûnerê êzdiyan li parlamentoya Kurdistanê aşkera kir, yek ji sedemên mana PKKê li Şingalê jî rê girtine ji pêkanîna referandomê û vegera yekcarî ya Şingalê bo ser bi herêma Kurdistanê ye. Berpirsê YBŞ jî helwêsta xwe ya derbarê referandomê de li Şingalê radigehîne.

Li gor çavkaniyên ku ji çavkaniyek agahdar dest rojnameya Bas ketine, PKK naxwaze rewşa Şingalê asayî bibe û xelk vegerin ser mal û jiyana xwe, ji ber di vê rewşê de piraniya xelkê ji ber hebûna PKKê li Şingalê ne razî ne.

Li gor zanyariyên heman çavkaniyê PKKê naha hêzeke zêde aniye çiyayê Şingalê û dixwaze bike leşkerîxaneyeke mayîn de.

Li gor gotinên heman çavkaniyê PKK dixwaze ew êzdiyên ku hejmara zarokên wan û ciwanên wa zêdeye, li Qendîlê zêdetir perwerde bike, ku garantî bike ku ew dest li PKKê bernedin.

Nûnerê kurdên êzdî li parlamentoyê Şêx Şamo ji rojnameya Bas re ragehand, PKK ne tenê naxwaze referandom li Şingalê pêkbê, heman demê de dixwaze rê li vegera xelkê ya Şingalê jî bigre, ji ber hatina wan a Şingalê di berjewendiya PKKê de nîne.

Herwaha ragehand, PKK bi zelalî li dijî serxwebûna Kurdistanê kar dike, yek ji sedemên mana wan jî peyvendiya xwe bi wê ve heye ku rê li her core hewldanekê bike, bi fermî Şingalê vegerîne ser herêma Kurdistanê.

Ji aliyê din ve YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) helwêstê xwe yê derbarê referandomê de li Şingalê aşkera kir, ku rewşa Şingalê bo referandomê ne guncaw e. herwaha berpirsê peyvendiyên giştî yê qeza Şingalê Serhed Şingalî ji malperek nêzîk YNKê re ragehandiye, pêwîste bo vê pirsê rêkeftin di navbera hikûmeta herêm û Bexdayê de bê kirin.