12:41:24
Rojava News: Mihemedê Hacî Mehmûd Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat ya Kurdistanê PSDK got:"Divê kurd jî bibin xwediyê dewleta xwe û serxwebûn mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye."
Li gorî nûçeya Basnewsê Serokê PSDKê Mihemedê Hacî Mehmûd li ser serxwebûna Kurdistanê dibêje: "Serxwebûna Kurdistanê tenê ne daxuyanî û sozên siyasetmedaran e. Mijareke niştimanî ye û dê bibe rastî. Ez bixwe bi serxwebûna Kurdistanê geşbîn û kêfxweş im. Divê gelê kurd bibe xwedanê dewleta xwe ya serbixwe û alaya Kurdistanê li NY were danîn."
Mihemedê Hecî Mahmûd her wiha da diyar û daxwaz kir ku divê artêşeka kurdan ya niştimanî hebe û sînorên welatê kurdan jî jî bi welatên cîhan û Iraqê re jî were kifşkirin.
