Partiya Tirkmen: Em rêzê ji Ala Kurdistanê re digrin û piştgiriya Pêşmerge dikin

Partiya Tirkmen: Em rêzê ji Ala Kurdistanê re digrin û piştgiriya Pêşmerge dikin

12:44:13

 

Rojava News: Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Çareserî ya Tirkmen Muna Qahwecî ragihand ku dema DAIŞ hat hûn li kur bûn, em rêzê li Ala Kurdistanê digrin û piştgiriya Pêşmerge dikin.

Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Çareserî ya Tirkmen Muna Qahwecî bangî ciwanên Eniya Tirkmen a Iraqê kir û got: "Dema rêxistina terorîst a DAIŞê hat bajarê Kerkûkê hûn li kur bûn?

Muna Qahwecî di hevdîtina heyeta PDK û YNK ya referandumê de rexne li herdu partiyan girt û got: "Hûn ji qedrê wê zêdetir qedir didin Eniya Tirkmen a Iraqê. Min ev peyam gihande Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî."

Eniya Tirkmen a Iraqê bilindkirina Ala Kurdistanê li sazî û dezgehên Kerkûkê rexne kiribû û ji bo Waliyê Kerkûkê ji wezîfeyê were dûrxistin li Parlamentoya Iraqê dest berhevkirina îmzeyan kiribû.

Qahwecî ev helwesta Eniya Tirkmen rexne kir û di axaftina xwe de got: "Berî ku Ala Kurditanê li Kerkûkê were bilindkirin Eniya Tirkmen hatibû agahdarkirin. Digel ku zanibûn wê al were bilindkirin jî hetanî roja bilindkirinê bêdeng man. Piştî ku Ala Kurdistanê hate daleqandin li hemberî wê derketin, çalakî û meş li dar xistin."