12:49:08
Rojava News: Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji rêveberiya xwe ya xwecihî ya rojava dike ku carekedin binkeyên xwe vekin.
Li gor zanyariyên bidest ketine şeva borî 10.04.2017ê rêveberiya partiyên nav ENKSê li bajarê Qamişlo kombûn û 10 roj dem danîne ku carekedin binkeyên xwe yên xwecihî vebikin.
Rêveberên ENKSê bi encûmenên xwe yên xwecîhî re ferman dane ku di 10 rojan de dubare vekirina binkeyên xwe ji encûmena giştî re ragehînin, ku rêveber di dema vekirina binkeyan de amade bin.
Berî naha ji ber bilind kirina ala Kurdistanê û piştî bûyerên Xanesorê yên li başûrê Kurdistanê, çekdarên PKKê li rojavayê Kurdistanê piraniya binkeyên ENKSê daxistibû û beşek ji wan şewitandibû û ala Kurdistanê daxistibûn.
