Rojava News: Berpirsê Eniya Şingalê Emîd Behram Doskî ragihand ku, terorîstên DAIŞê li nava Şingalê Şingalê lawaz bûne û jinav diçin, ji derdora Şingalê diçin nava Şingalê û dest bi teqandina fermange xaniyên welatiyên Şingalê kirine. Ew yek jî wê wateyê dide xuyakirin ku çekdarên DAIŞê ti hêza DAIŞê ya wisa mezin li nava Şingalê nema ye, û li hêviya mizgîniya azadkirina Şingalê bin.
Emîd Behram Doskî Berpirsê Eniya Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi awayekî giştî ev 2 roj in ku rewşa Şingalê pir baş û aram e. Ti tevgereke terorîstan li navçeyê nayê dîtin û çekdarên DAIŞê li jinav diçin. ji derdora Şingalê diçin nava Şingalê û dest bi teqandina fermange xaniyên welatiyên Şingalê kirine. Ew yek jî wê wateyê dide xuyakirin ku çekdarên DAIŞê ti hêza DAIŞê ya wisa mezin li nava Şingalê nema ye, û li hêviya mizgîniya azadkirina Şingalê bin.”
Doskî wiha got: “Heta yek bust ji axa Kurdistanê di destê wan terorîstan de mabe em nasekinin, bi taybetî bajarokê Şingalê ku yek armancên me ye û em sozê didin xelkê Şingalê ku heta yek Pêşmerge mabe, emê şer di ber rizgarkirina Şingalê de bikin.”
