Itîlafa Opozîsyona Sûriyê derbarê rawestandina karê ENKS li Cenêv-5 daxuyaniyek belav kir

Itîlafa Opozîsyona Sûriyê derbarê rawestandina karê ENKS li Cenêv-5 daxuyaniyek belav kir

9:35:01 AM

RojavaNews: Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê derbarê rawestandina karê ENKS di Cenêv-5 de daxuyaniyek belav kir, Tê de ragehand ku, Kurd beşeke sereke ne ji pêkhateyên gelên Sûriyê.

Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê roja Pênşemê 13.04.2017 li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek derbarê rawestandina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ji karê xwe re di gera 5an a kongreya Cenêvê, tê de daxwaz ji Desteya Bilind a Danûstandinan kir ku, derfetek bêtir bidin ENKS doza gelê Kurd bike û daxwaza mafê xwe bike.

Di daxuyaniya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê hat ku, Kurd beşeke sereke ne ji pêkhateyên gelê Sûriyê ne û bi salan li dijî rejîma Sûriyê şer kirine û li himber rejîma Esed rawestane, herwiha daxuyaniyê da zanîn ku, Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) weke nûnerê rasteqîn ê gelê Kurd dibîne.

Di gera pêncan a kongreya Cenêvê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) karê xwe di şanda Desteya Bilind a Danûstandinan rawestandibû.