23:46:46
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber cejna "Qiyameya Hezretî Mesîh" peyamek ji bo Mesîhiyan weşand û ji bo Mesîhiyan got, "Hûn jî beşeke ezîzê gelê Kurdistanê ne."
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat weşandin û di peyamê de ji bo Mesîhiyên li Kurdistanê ev tişt hatin gotin: "Em hemû di welatekî de dijîn û çarenivîseke me ya hevbeş heye. Hûn jî beşeke ezîzê gelê Kurdistanê ne û beşdar dibin li diyarkirina çarenivîs û peydakirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê."
Barzanî di peyama xwe de Cejna Qiyameya Hezretî Mesîh li hemû Mesîhiyan pîroz kir û got, "Cejn û helkeftiyên pêkhateyên olî yên Herêma Kurdistanê tekezkirina peyama aşitî, pêkvejiyan û biratiyê ye. Cihê şanaziyê ye ku li welatê me çanda pêkvejiyanê û azadiyê xwediyê rayeke dîrokî ye û Kurdistan di asta cîhanê de mînakeke geşe e."
