13:16:48
Rojava News: Li gor medya Herêma Kurdistanê kolberên kurdên hemwelatiyên Îranê, di nav xaka Herêma Kurdistanê de rastî êrîşa pasdarên Îranê hatin.
Li Amedê û bajarên Kurdan dengdana referanadûmê birêve diçe
Hat ragihandin ku kolberên kurd li devera Dûpezê rastî êrîşa pasdaran hatine ku 3 kolber hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
Berpirsê PDKê yê li bajarokê Qeladizê Necet Hesen li ser bûyerê ji televîzyona K24 re ragihand, pasdarên Îranê êrîşî kolberên kurd kirine ku di wê bûyerê de hinek kolber hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne.
Hesen da zanîn, hinek ji birîndaran li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine razandin û bar û eşyayên kolberan jî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine şewitandin.
Kolberekî birîndar got, ‘Di wê êrîşê de herî kêm 3 kolber hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne. Heta niha 11 kolber jî wunda ne û nayê zanîn çi hatiye serê wan.'
Devera Dûpeze dikeve navbera bajarokê Qeladizê yê Herêma Kurdistanê û bajarê Serdeştê yê kurdnişîn li Îranê.
