PYDê biryarê dest danina ser male endamê ENKSê dide!

PYDê biryarê dest danina ser male endamê ENKSê dide!

13:27:30

 

Rojava News: Hat zanîn ku PYDê fermana zeftkirina mala rayedarekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daye.

Endamê polîtburoya partiya Yekitî û nûnerê ENKSê li Îtilafa Sûriyê Fuad Elîko li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, dadgeha PYDê (destê PKKê li Rojavayê Kurdistanê) ferman daye mala wî ya li bajarê Qamişlo were zeftkirin.

Fuad Elîko her wiha gotiye, dadgeha PYDê qaşo bi tohmeta xiyanetê ew ferman daye lê bila bizanin ewê ti carî nekaribin pêşiya hewlên min bigirin ku reftarên wan yên kirêt riswa nekim.

Wî rayedarê ENKSê daye zanîn ku mala wî li ser navê kurê wî Behzad Elîko ye û gotiye, di wê malê de kurê min Bengîn, hevjîna wî û dayîka wî ya nivîşkan dijîn. Lê bila ew bizanin, ew çi bînin serê malbata min dê ezê her wan riswa bikim.

PYD ne tenê dest datîne ser mal, milk û ofîsên siyasetmedar û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê, her wiha wan ji welatê wan ji zêda wan jî sirgûn dike!