Rêya serekî ya Sûriyê û Iraqê di dest Pêşmerge de ye!

Rêya serekî ya Sûriyê û Iraqê di dest Pêşmerge de ye!

14:07:55

 

Rojava News: Fermandareke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê amaje bi vê yekê dike ku rêya serekî ya di navbera Sûriyê Iraqê de di destê Pêşmerge de ye û biryare hemû derfet bên bikaranîn bo parastina wî sînorî.

Fermandarê hêzên Pêşmerge Haşim Sîteyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rêya serekî ya di navbera Iraqê û Sûriyê de bi dirêjahiya 80 kîlometreyan di destê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de ye, bi taybet li sînorê Sihêla heta Sinûnê, ku demek dirêje di dest hêzên Pêşmerge de ye.’’ Herwaha got di wê valatiyê de hemû deriyên serekî yên Pêşxabûr, deriyê Rebîe û Xazuka jî di destê hêzên Pêşmerge de ne.

Haşim Sîteyî got: ‘’Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê mafê wî ye ku her tevdîrekê ewlehiyê bigre li wan sînoran, ji ber hin rê pir li teniştê ne û divê ewlehiya wan parastî be û ji wan deveran ve rê ji ti hêzekê re neyê dayîn ku sînorê Pêşmerge bibezîne.