Tarîxa hilbijartinên serokatiya Kurdistanê diyar bû

Tarîxa hilbijartinên serokatiya Kurdistanê diyar bû

12:58:05

Rojava News: Komsiyona Hilbijartinan a Bilind a Serbixwe ya Kurdistanê û endamê Lijneya Referandûmê Dr Cotyar Adil ragihand ku tarîxa hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê û yên Parlementoya Kurdistanê diyar kiriye.

Komsiyona Hilbijartinan a Bilind a Serbixwe ya Kurdistanê û endamê Lijneya Referandûmê Dr Cotyar Adil ragihand ku hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê û yên Parlementoya Kurdistanê dê di 6ê Mijdarê de pêk werin.

Li gorî Kurdistan 24ê, Adilî diyar kiriye ku herdû hilbijartin dê bi hev re bên lidarxistin û lijneya hilbijartinan jî di vê çarçoveyê de amadekariya dike.

 

Herwiha Adilî got ku wan kirarên tomarkirinê û lîsteyên hilbijêran amade kirine û niha xebatan dilezînin daku binesaziya pêwîst a teknolojîk bo hilbijartinan çêkin.

Ji aliyê din ve, Dr. Cotyar Adilî bi bîr anî ku 4 salên qanûndanînê yên parelementoya Kurdistanê bi dawî dibin lewra wan 6ê mijdarê diyar kiriye.

Derbarê referandûma serxwebûnê de jî, Adilî destnîşan kir ku ne nizane bê referandûm dê kengî were lidarxistin ji ber diyarkirina tarîxa wê ne ji karbidestiyên wan in û got, 'wiha difikire ku baştir e, referandûm jî bi hilbijartinan re were