Rojava News: Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ji wê yekê kêfxweş in ku bajarê Helebcê yê Başûrê Kurdistanê bûye parêzgeh. Lê dilê wan vê yekê jî dixwaze: Aqûmet li Şingalê be jî.
Parlamentoya Kurdistanê, îro di civîneke awarte de ku li bajarê Helebce hat lidarxistin, bi fermî parêzgehbûna Helebcê qebûl kir.
Li ser vê yekê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan dan û daxwaz kirin ku Şingal jî bibe parêzgeheke din a Başûrê Kurdistanê.
