Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê: Em hez dikin koçber vegerin mal û warê xwe

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê: Em hez dikin koçber vegerin mal û warê xwe

13:20:06

 

Rojava News: Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî ragihand, bi destpêkirina şerê DAIŞê re milyonek û 800 hezar koçber derbasî Herêma Kurdistanê bûn ku niha derdora milyonek û 300 hezar mane.

Îro li Hewlêrê, konferansa navdewletî ya koçberiyê ji aliyê Dezgeha Navdewletî ya Koçberiyê (IOM) ve hat lidarxistin.

Di konferansê de Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî gotarek pêşkêş kir û ragihand, bi destpêkirina şerê DAIŞê re zêdetirî milyonek û 800 hezar koçber derbasî Herêma Kurdistanê bûn û got, hinek ji wan vegeriyane lê niha milyonek û 300 hezar mane.

Kerîm Şingalî her wiha got, em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin koçber vegerin ser mal û warê xwe, bo vê jî em amade ne hêsankarî û alîkariya wan bikin. Lê em tenê vê yekê nikarin bikin divê dezgehên navdewletî di vî warî de alîkariya me bikin.

Şingalî anî ziman ku ew ti koçberekî bi zorê venagerînin û got, lê li gorî me çareseriya herî baş ew e ku her kes vegere mal û warê xwe.