Dijîterora Kurdistanê: Berpirsê medyaya DAIŞê li Sûriyê hat kuştin

Dijîterora Kurdistanê: Berpirsê medyaya DAIŞê li Sûriyê hat kuştin

14:12:44

 

Rojava News: Hêza Dijîterora Kurdistanê, ku girêdayî Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ye, li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, roja 6 vê mehê mezinekî DAIŞê bi navê Xalid Hemze Faris Casim El Meimûrî (Eû Elî) hatiye kuştin.

Dijîterora Kurdistanê daye zanîn ku Ebû Elî berpirsê medyaya DAIŞê li Sûriyê her wiha emîrê tabûra taybet ya DAIŞê bûye ku di encama êrişa balafirên şer yên hêzên hevpeyman de hatiye kuştin.