Konferansa Ewlekariyê îro dest pê dike

Konferansa Ewlekariyê îro dest pê dike

Rojava News: Konferansa Ewlekariya Navdewletî Munich li Almanyayê îro dest pê dike û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî tevlî konferansê dibe.

 

Konferans wê 3 rojan berdewam bike û her yek ji Wezîrê Derve yê Amerîka John kerry, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîfî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon jî tevlî konferansa Munich dibin.

 

Biryar e di konferansê de serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku duh gihişte Munichê, gotarekê derbarê dawî pêşhatên şerê Hêzên Pêşmerge Kurdistanê li dijî çekdarên DAIŞê pêşkêş bike.

 

Barzanî herwiha wê behsa rewşa penaber û koçberên li Başûrê Kurdistanê bike ku hejmara wan digihe nêzîkî 2 milyon kes.

 

Hat zanîn ku Almanyayê di çarçoveya parastina ewlehiya Civîna Ewlehiyê ya Mûnîxê, tedbîrên tund û berfireh ji bo parastina jiyana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hinek serok û rayedarên din ên cîhanê girtiye.

 

Civîna Ewlehiyê ya Mûnîx, mîna her sal, îsal jî dê were lidarxistin. Civîn dê îro dest pê bike û roja 8ê mehê xilas bibe.

 

Biryar e Barzanî di konferansê hejmarek hevdîtin û civînan ligel berpirsên welatên beşdarbûyê konferansê pêk bîne.