Şîladizê: Ji encama bombebarankirina firokeyên Tirkiyê jinek birîndar bû

Şîladizê: Ji encama bombebarankirina firokeyên Tirkiyê jinek birîndar bû

Rojava News: Firokeyên leşkerî  yên Tirkiyê navçeyên sînorî yên qezaya Amêdiyê bombebaran kirin, di encam de jinek birîndar bûn.

Fermandeyê Parastina sînor eqîd Dilêr Zêbarî ji kenala k24ê re ragehand ku, du firokeyên şer ên Tirkiyê di heyama demijmêrekî de her du gundên Şaca û Pêçelyan li nahiya Şîladizê li sînorê qeza Amîdiyê bombebaran kirin.

Ji aliyê xwe ve peyamnêrê BasNews li Şêladizê derbarê ziyanên wê bombebarankirinê got ku, di encama wê yekê de jineke 30 salî birîndarbû û bo nexweşxaneya Amîdiyê hate veguhestin.

Firokeyên Tirkiyê îro demijmêr 11.30 heta 12.30 navçe bombebarankirin, derbarê ziyanên darayî jî heta niha ti rapor belavnebûne.