Firokeyên Tirkiyê Qendîlê bombebaran dikin!

Firokeyên Tirkiyê Qendîlê bombebaran dikin!

12:29:37

 

Rojava News: Firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê îro danê sibê sînorên bajarokên Wertê ya Rewandûzê û Sengersera navçeya Ranyayê, ku dikevine qontara Çiyayê Qendîlê,  bombebaran kirin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, firokeyan bombebarana bajarokê Wertê ya ser bi Rewandûzê  û herwiha bajarokê Sengerserê ya navçeya Ranyayê kirine.

Li gorî gotina peyamnêrê me bombebaran tenê 300 metre li dûrê gund û cihên nîştecêbûna hemewelatiyan bûey. Lewma jî bûye sedema tirseke mezin.

Duh jî firokeyên şer ên Tirkiyê li sînorê navçeya Amêdiyê bombebaran kiribûn û 2 otomobêlên hemwelatiyan û yên gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bibûn armanc.