13:29:01
Rojava News: Îro li Zanîngeha Duhokê, di bin çavdêriya Serokatiya Herêma Kurdistanê de yekemîn konferansa zanistî û navdewletî ya derbarê "Kurdistana piştî DAIŞê û pirsa sînoran" tê sazkirin.
Li gorî agahiyên ku ji ser Rûdawê hatine girtin îro li Zanîngeha Duhokê yekemîn konferansa zanistî û navdewletî ya derbarê "Kurdistana piştî DAIŞê û pirsa sînoran" tê sazkirin û di bin çavdêriya Serokatiya Herêma Kurdistanê de tê pêkanîn.
Herwiha tê gotin ku dê konferans du rojan dewam bikeo û hejmareke panelîstan ji asta Herêma Kurdistanê û navdewletî, herwiha hejmareke mêvanan jî beşdar bibin.
Di konferansê de Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî, Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî jî amade dibin.
