12:45:47
Rojava News: Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ji bo avakirina artêşeke nû ya Kurdistanê bi tevlîbûna leşkerên amerîkî, alman û îngîlîzî projeyek amade kir.
Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ji bo Yekîneya 80emîn a girêdayî Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Yekîneya 70emîn a girêdayî Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) bike yekhêz projeyeke nû amade dike. Li gorî berpirsên Pêşmerge bi vê projeyê wê bingeheke bi hêz a yekbûna artêşa Pêşmerge were avêtin. Herwiha bi vê projeyê dê artêşa Pêşmerge di binê yek banî de bibe yek.
Li gorî nûçeya Kurdistan24ê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cabbar Yawer di axaftina xwe de got: "Wezaretê bi tevlîbûn û keddayîna leşkerên Amerîka, Almanya û Îngîltere ku li Kurdistanê wezîfe dikin projeyeke yekbûna hêzên Pêşmerge amade kir. Bi vê projeyê wê gava yekemîn a bingeha yekbûna artêşa kurd were avêtin."
Fermandarê Giştî yê Yekîneyên 70emîn Şêx Cafer Mustafa jî di axaftina xwe de got: "Ji bo yekbûna hêzên Pêşmerge astengiya herî mezin pirsgirêkên aborî ne."Ev projeya ku vê carê hatiye çêkirin pir serkeftî ye. Ji bo avakirina artêşa Pêşmerge ku Kurdistana serbixwe biparêze hindik ma."
