Rojava News : Du topên hewanê li gundên Til Şamîram û Til Nesrî yên girêdayî bajarê Til Temirê ketin. Di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.
Di encama topbarana rêxi stina terörîstî de tenê ziyanên madî bi welatiyan bûn.
Hate gotin ku şer û pevçûn li nêzî gundên Hiwêca, Huda, Um El-Mesamîr ên li ser rêya çiyayê Ebdilezîz ji aliyê rojava ve di navbera şervanên Kurd û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûn berdewam in. Der barê encamên van pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
