Rojava News: Di Zanîngeha Dihokê de li ser navê sosyolog Ismaîl Beşîkçî navendek lêkolînê hate vekirin.
Li zanîngeha Dihokê bi beşdariya kesayetî û navên diyar Yekem Konferansa Navneteweyî ya Zanistê hate lidarxistin. Herweha bi navê sosyolog û zanyar Îsmaîl Beşîkçî Navenda Lêkolînên Mirovayetî hate vekirin.
Yekem çalakiya vê navendê lidarxistina “Konferansa Kurdistan piştî DAIŞê, pirsa nasname û sînoran” bû. Di Konferansê de gelek kesayetî ji Ewrûpa, Tirkiye, Iraq û Kurdistanê beşdarî kirin.
