10:33:31
Rojava News: Saît Memûzînî Berpirsê PDK yê Mûsilê êrîşa firokeyên dewleta tirk yê bi ser Şengalê de ji Sputnik Kurdistanê re nirxand û got:" 5 şehîd û 9 birîndarên me hene. Birîndarên me li Nexweşxaneya Duhokê tên tedawîkirin. Tu wendayiyên PKKê jî nîn in."
Memûzînî ji bo sedema êrîşa Artêşa Tirk jî got:"Tirkiye dixwaze endamên PKKê yên li Şengalê ji vê deverê derkev in û got:" Li gorî agahiyên ku hatine berdestê me dewleta tirk dixwaze PKKê ji Şengalê derîne. Ji bo vê mijarê berî niha me jî ji PKKê re vê yekê gotibû."
Memûzînî destnîşan kir heya niha tu agahî neketiye berdestê wan derbarê zerar an jî ziyanên hêzên PKKê (YBŞ) de.
Memûzînî derbarê wendayên wan de got:"Di encama êrîşa hêzên hewayî yên dewleta Tirk de li Şengalê 5 peşmergeyên me şehîd ketine û 9 jî birîndarin. Me birîndarên xwe rakirine nexweşxaneya Duhokê. Ji bo endamên PKKê jî li gorî agahiyên ku ketine berdestê me tu zirarên wan çênebûye."
Herwiha ji xeyrî daxuyaniya Seîd Memûzînî ya ajansa Spûtnîkê malpera fermî ya Partî Demokratî Kurdistan (PDK) pdk.infoyê jî di nûçeya xwe ku dispêre fermandar Hekar Nihêlî de ragihand ku di êrişa balafirên şer ên Tirkiyeyê li ser herêma Şingalê de 5 Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û 7 Pêşmerge jî birîndar bûne.
