Wezareta Pêşmerge: Bombebarana Tirkiyê nayê qebûlkirin!

Wezareta Pêşmerge: Bombebarana Tirkiyê nayê qebûlkirin!

12:50:07

 

Rojava News: Wezareta Pêşmerge derbarê bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê yên li Çiyayê Şingalê de got; “Bombebarana firokeyên Tirkiyê nayê qebûlkirin.”

Derbarê êrîşa esmanî ya firokeyên Tirkiyê ya liser Çiyayê Şingalê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand; “Demjimêr 02.00ê danê sibê ya roja Sêşemê 25-04-2017, Çiyayê Şingalê û derdora wî ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin. Di encamê de ziyan û wêrankariyeke mezin çêbûye, 5 pêşmerge şehîd bûne û 9 pêşmerge jî birîndar bûne.”

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de diyar kir; “Şehîdbûna pêşmergeyan cihê dilêşiyeke mezin û bombebarana firokeyên Tirkiyê jî nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Ev pirgirêk û girift di encama hebûna PKKê ya li navçeyê rûdidin. Hebûna wan ji bo gelê navçeyê û yê Herêma Kurdistanê dibe sedema serêşî û pirsgirêkan. Ji hemû aliyan ve jî gelek caran daxwaz ji wan hatiye kirin da ku Çiyayê Şingalê vala bikin. Lê guh nedane ti kesan.”

Di dawiya daxuyaniyê de Wezareta Pêşmerge daxwaz ji PKKê dike, ku hêzên xwe ji Şingalê vekişe da ku nîştecihên herêmê bikarin di nav aramiyê de bin.