Qeymeqam Mehma Xelîl: Bila Tirkiye û PKK şerê xwe neyînin Şingalê

Qeymeqam Mehma Xelîl: Bila Tirkiye û PKK şerê xwe neyînin Şingalê

13:00:17

 

Rojava News: Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl ji bo êrişa şevê din a balafirên tirk li ser herêmê bang li PKKê û Tirkiyê kir ku şerê xwe li dûrê Şingalê bigrin.

Xelîl di axaftina xwe de got: "Kîjan ol û bawerî vê yekê qebûl dike. Careke din xelkê Şingalê neçarê koçberiyê dikin. Berpirsiyariyeke dîrokî dikeve ser milê PKKê û dewleta Tirkiyê. Em ji wan daxwaz dikin bila şerê xwe neynin Şingalê. Şingal cihekê wêran e. Pêwîstî bi zimanê diyalog û avaker heye."

Qeymeqamê Şingalê di berdewamiya axaftina xwe de got: Firokeyan li Çiyayê Şingalê 5 baregahên leşkerî kirin amanc ku yek ji wan jî baregaheke pêşmergeyan e. Zêdetirî 10 caran me ji Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekgirtî (UNAMI), ji balyozxaneya Amerîkayê re gotiye ku ew hêzên ne yasayî yên li navçeyê dibine sedema alozî û bombebaranan."

Mehma Xelîl di dirêjiya axaftina xwe de got; "Kîjan ol û bawerî vê yekê qebûl dike? Xwedê çawa qebûl bike? Hê jî termê 600 şehîdên me di goristanan de ye. Tirkiye û PKK li hember dîrokê berpirs in. Ev yek dibe sedem ku xelkê Şingalê careke din koçber bibin. Dê kî berpirsiyariya vê rake. Armanca vê êrîşê valakirina Şingalê ye."