Rojava News: Li gundekî ser bi nahyeya Zumarê ve gorreke komî hat dîtin û tê pêşbînîkirin ku hestiyên zêdetirî 20 kesan di wê gorrê de hebin.
Ew gorr li nêzîk Bendava Mûsilê ye û kesên ku rezvanî dikirin û kurdên êzîdî ne ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.
Rêveberê giştî yê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan ya Herêma Kurdistanê, Berevan Hemdî ragihand: “Em pêşbînî dikin ku ju 16 heta 23 terman di nava wê gorra komî ya Birdiya de hebin, ku di nava de zilam, jin û zarok jî hene.”
Berevan Hemdî wiha got: “Heta niha tîmên wan termên 7 kesan ji nava gorrê derxistine û piraniya wan bi guleyan hatine kuştin.”
Hemdî wiha domand: “Termên ku ji vê gorrê bên derxistin wê ji bo pizîşka dadê ya Dihokê bên veguhestin ji bo ku nasnameya wan were naskirin û piştre wê bi merasîmekê bên veşartin.”
Beriya çend rojan, li nêzîkî nahiyeya Sinûnê ya girêdayî bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê jî, gorrek komî hat dîtin ku tê de zêdetirî 20 term hatin dîtin.
Kuştiyên di wê gorrê de ne, piştî girtina devera Şingalê ji aliyê DAIŞê ve bi destê çekdarên DAIŞê hatine komkujkirin.
Piştî ku çekdarên DAIŞê devera Şingalê girtin, gellek kesên sivîl û bêguneh komkuj kirin û di gorrên komî de çal kirin û niha ew gorr tên dîtin.
