12:50:50
Rojava News: Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, komek kesên nenas bi molotofan êrişî mala berpirsekî PDK-Sê kirin û agir berdan mala wî.
Berpirsê PDK-Sê li bajarê Efrînê Ebdulrehman Apo bi daxuyaniyekê ragihandiye, duh bi şev komek kesên nenas bi molotofan êrişî mala wî li taxa Şerqiye ya Efrînê kirine û agir berdane mala wî.
Ebdulrehman Apo her wiha gotiye, qesta wan kesên ku bi molotofan êrişî mala min kirine, terorkirina min û malbata min e, her wiha tehdîdek eşkere ye li dijî PDK-S û ENKSê.
Piştî ku li Sûriyê şer derket, rêjîma Sûriyê hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişand û ew dever radestî PYD/PKKê kir. PYDê jî dest bi kuştin, lêdan û girtina endam û alîgirên partiyên kurdî bi taybet ENKS û PDK-Sê kir.
Herî dawî jî tevahiya ofîs û baregehên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve hatine girtin.
