Li Kerkûkê dîsa xeta petrolê hate teqandin!

Li Kerkûkê dîsa xeta petrolê hate teqandin!

12:57:29

 

Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, îro berê sibehê dîsa êrişî xeta petrol a Kerkûkê kirin û û xet teqandin. Lê tîmên agirkuj zû mudaxele kirine û agir vemirandine.

Berpirsê Polîsê Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ragihand ku îro berê sibê boriya petrolê ya di navbera gundê Dirkeya Ereb û Sartkê ya nahiyeya Sergeranê de hate teqandin û agir pê ket.

Ji aliyê din ve Berpirsê Nahiyeya Sergeranê Loqman Husên jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku berê sibehê seet li derdora 02.30an bi rêya bombeyekî vedayî xeta boriya ku diçe Kêlgeha Bay Hesen hate teqandin û tîmên wan zû gihiştine cihê bûyerê.

Loqman Husên ragihand ku di dema destwerdanê de mayineke din di tîmên wan de teqiye lê tu ziyaneke canî peyda nebûye. Tîmên me yên agirkuj seet li dora 03.30an gihîştin cihê bûyerê û bi temamî agir kontrol kirine. Niha ji bo veguhestina petrolê ev borî tê çêkirin.

Herwiha Berpirsê Pêwendiyên Şîrketa Kargrûbê Hacî Roj jî got; "Tîmên me niha vê boriya petrolê temîr dikin. Proseya berhemanîn û hinartina petrolê berdewam dike û rewş aram e."