Jin û mêrekî xelkê Rojava li mala xwe kuştî hatin dîtin

Jin û mêrekî xelkê Rojava li mala xwe kuştî hatin dîtin

15:09:18

 

Rojava News: Li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê jin û mêrekî xelkê Rojavayê Kurdistanê li mala xwe bi awayekî kuştî hatin dîtin.

Jin û mêrê ku hatine kuştin, xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û niha termê wan ji bo lêkolînê li Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê ne.

Li gor zanyariyên belavbune;  vê serê sibehê li derdora saet 6:00an, ev bûyer derket holê. Navê zilam Seyda Yûnis û navê jinikê jî Emel e.

Herwiha Rêveberê Giştî yê Polîsê Hewlêrê Mafperwer Ebdulxaliq diyar kir, gumanbarek bi tometa kuştina herdû bûk û zava, hatiye desteserkirin ku tawanbarê sereke ye.