Civîna Nêçîrvan Barzanî û Erdogan bi dawî bû!

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Erdogan bi dawî bû!

11:55:44

 

Rojava News: îro êvarî di çaçoveya beşdarî di 8emîn Lûtkeya Konseya Atlantîk de Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan civiyan.

Li gor zanyariyên BasNewsê, di civînê de Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dilgiraniya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa balafirên Tirkiyê li çiyayê Şingalê û şehîdbûna hejmarek pêşmerge arasteyî Serokê Tirkiyê kir, di beramber de jî Recep Teyyip Erdogan sersaxîyên xwe gihandin Nêçîrvan Barzanî, da zanîn ku, wê bûyerê ew dilgirankirin û bi şaştî baregehên Pêşmerge hatin bordûman kirin.

Di heman civînê de jî pêwendiyên aborî di navbera Hewlêr û Enqere de hate gengeşekirin, herwiha rewşa navçeyê bi giştî hat beskirin.