12:07:53
Rojava News: Artêşa Tirkiyê ragihand, di êrişên Şingalê û Qereqoçaxa Rojavayê Kurdistanê “89” çekdarên YPG û PKKê hatine kuştin û gelek çekdar jî birîndar bûn.
Balafirên şer yên Tirkiyê roja 25 vê mehê êrişî çeperên PKKê yên li ser çiyayê Şingalê û çeperên YPGê yên li devera Qereqoçaxê li nêzîkî bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê dabûn.
Rojekî piştî wê operasyonê, YPGê ragihandibû ku 20 şervanên wan di wan êrişan de jiyana xwe ji dest dane û 18 jî birîndar bûne. Di êrişa Şingalê de 6 Pêşmerge jî şehîd bibûn û 8 jî birîndar bibûn.
Lê artêşa Tirkiyê piştî 4 rojan, îro bîlançoya wê operasyonê eşkere kir. Li gorî daxuyaniya artêşa Tirkiyê, di wan her du êrişan de 89 çekdarên PKK û YPGê hatine kuştin û 90 çekdar jî birîndar bûne.
