12:17:13
Rojava News: Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî di civîna li gel cîgirê balyozê Brîtanya li Bexdayê û konsolê giştî yê Brîtanya li herêma Kurdistanê behsa encamên referandoma serxwebûna Kurdistanê dike.
Zêbarî ku heman demê de endamê hevbeş ê PDKê û YNKê ye, demeke hevdîtinan li gel nûnerên dîplomatîk ên welatan pêktînin.
Hoşyar Zêbarî li ser tora civakî ya facebookê de wêneyê xwe yê li gel cîgirê balyoz û konsolê giştî yê Brîtanyayê danî û ragehand li gel cîgirê balyozê Brîtanya li Bexdayê Nick Latta û konsolê giştî yê Brîtanya li Hewlêrê John Sharp civiyane û behsa referandom û peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê kirine.
Çend roj berê jî Zêbarî hevdîtinek li gel konsolê giştî yê Fransayê li Hewlêrê Domînic Mass pêkanîbû û pirsa referandoma serxwebûna Kurdistanê û çend babetek din pêkanîn.
