Li Amedê perestgeheke 1700 salî hate dîtin

Li Amedê perestgeheke 1700 salî hate dîtin

12:35:58

 

Rojava News: Li Bakurê Kurdistanê navçeya Çinar a bajarê Amedê di dema lêkolînên Kelha Zerzevanê de li binê erdê, perestgeheke baweriya Mîthraîzmê ku dîroka wê digihijî heta 1700 sal, hate dîtin.

Li Kelha Zerzevan ku di dema Împaratoriya Romayê de weke baregeheke leşkerî dihate bikaranîn, ji sala 2014an ve xebatên lêkolînê têne kirin.

Kelha Zerzevanê li ser 60 donim erd e. Bilindahiya wê 12 û 15 merte ye û dirêjahiya wê 1200 metre ye. Bilindahiya birca wê ya çavdêrî û parastinê 21 metre ye. Herwiha di nav kelhê de, dêr, avahiya rêveberiyê, xanî, depoyên çek û xwarinan, perestgeha li bin erd, parastgeh, gorên zinar, qenalên avê hene.

Di nav 4 salên lêkolînê de beriya niha parastgeheke ji bo 400 kesan, xanî û rêyên veşartî derketibûn holê. Herî dawîn jî lêkolîner perestgeheke baweriya Mîthraîzmê dîtin ku dîroka wê digihîje 1700 salan.

Serokê lêkolînê Endamê Perwerdehiyê ya Beşa Arkeolojî ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Alkr. Dr. Aytaç Coşkun ragihand, ew wisa bawer dikin ku ev perestgeh li sînorê rojhilatê Romayê, perestgeha yekane ya Mîthrîzmê ye.

Coşkun diyar kir, ku baweriya Mîthrîzmê li nav leşkerên Romayê belav bûye û baweriyeke veşartî ye.

Doç. Alkr. Dr. Aytaç Coşkun herwiha got:

“Endamên vê baweriyê, civateke girtî ne. Rê û resmên baweriya wan bi tevahî nepenî ye û bi ti awayî nayên aşkerekirin. Mîthras him xwedayê rojê ye û him jî rêkevtinê temsîl dike. Piranî perestgehên xwe li bin erdê ava dikin.”

Herwiha Coşkun destnîşan kir, piştî ku ola Mesîhî belav bûye, bandora baweriya Mîthrîzmê jî kêm bûye