12:47:11
Rojava News: Bi dehan revandiyên êzîdî ku piraniya wan jin û zarok in ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin û gihîştin bajarê Şingalê.
Hat zanîn ewên ku hatine rizgarkirin, şeva borî gihîştin bajarê Şingalê û ji aliyê mirovên xwe ve hatin pêşwazîkirin.
Rêveberê ofîsa revandiyên êzîdî da zanîn ku ewên şeva borî hatine rizgarkirin, li devereka bajarê Mûsilê hatibûn rizgarkirin.
