13:37:18
Rojava News: Teqîna mayîna li navçeyên cuda yên rojhilatê Kurdistanê berdewam dike û herî dawiyê jî li Seqizê ji ber teqîna mayînekê hemwelatiyek kurdê Seqizê lingeke xwe ji dest da.
Li gor raporta malpera Hengaw duh êvari 28.04.2017ê hemwelatiyek kurdê xelkê Seqizê ji ber teqîna mayînekê lingek xwe ji dest da.
Li gor heman çavkaniyê ew hemwelatiye navê wî Ehmed Xulamî yê kurê Qasim e û temenê wî 47 sale û dema ku meyîn tê de teqiya lingê xwe yê çepê ji dest da.
Herwaha ew hemwelatî xelkê gundê Kanî Kew e û rûniştvanê taxa Şerîfawa ya bajarê Seqizê ye.
