12:29:53
Rojava News: Li gorî amarên Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, ji meha Adara sala 2016ê heya Adara 2017ê, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê 96 kolber hatine kuştin û 64 kolber jî birîndar bûne.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê radigihîne, ku di heyama salekê de, 96 kolberên kurd li sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 64 kolber jî bi sedemên cuda birîndar bûne.
Komeleya Mafê Mirovan van amaran dispêre zanyarî û agahiyênd in navbera Adara sala 2016ê heya Adara 2017ê.
Komeleya Mafê Mirovan radigihîne, ku li parêzgehên Sine, Kirmaşan û Îlamê û herwiha li seranserê Îranê xwedî kar û berpirsyarên kar bi awayekî eşkere cudatiyê dixin navbera karkerên kurd û netewên din.
Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo êrîş û teqekirina ser kolber û kasibkarên kurd destûr ji hêzên sînorî re tê dayîn. Ji bilî vê yekê, her sal çendîn kolber kurd ji ber serma û sexletê yan jî teqîna mayînan, li çiyayên ser sînor canê xwe ji dest didin.
Herwiha ew kolberên tên girtin jî li gotî yasayên Îranê bi cezayên madî û girtinê tên cezakirin.
