Artêşa Tirkiyeyê li ser sînorê Rojava xendekan kolan!

Artêşa Tirkiyeyê li ser sînorê Rojava xendekan kolan!

22:32:02

 

Rojava News: Li navçeya Akçakaleyê li ser sînorê Rojava ji bo wesayitên bizirx ên leşkerî xendek hatin kolandin.

Li navçeya Akçakale ya Rihayê li ser sînorê Rojava Artêşa Tirkiyeyê ji bo wesayitên bizirx ên leşkerî xendek hatin kolandin.

Li gorî ajansa fermî yê Tirkiyeyê Ajansa Anadoluyê (AA) li taxên Tatlica, Hurriyet û Onculê yên Akçakaleyê li ser xeta sînor bi makîneyên kar ji bo wesayitên bizirx xendek hatin kolandin. Taxên navborî li hemberî navçeya Girê Spî ya Rojava ku di bin kontrola hêzên YPGê de ye. Ji aliyê hin rojnamevanan ve jî foto û agahiyên derheqê mijarê de hatin belavkirin.