Barzanî û Ebadî li Almanayê hevdîtinek pêk anîn

Barzanî û Ebadî li Almanayê hevdîtinek pêk anîn

Rojava News: Di çarçoveya 51emîn Kongreyê Ewlekariya Navdewletî ku duh 06.02.2015an li bajarê Munich yê Elmanya destpêkiriye, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civînek pêkanîn.

  

Piştî hevdîtinê Barzanî û Ebadî gotin civîn “erênî” derbas bû.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha got: “Civînek gelek erênî bû. Me behsa hemû mijaran kir. Me mijara rêkeftinê, alîkariyê û hevdîtinên zêdetir nirxand.”

 

 

Tê zanin ku di nav şanda ligel Barzanî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanya Dilşad Barzanî heye.

 

Konferans wê 3 rojan berdewam bike û her yek ji Wezîrê Derve yê Amerîka John kerry, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîfî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon jî tevlî konferansa Munich dibin.