22:56:57
Rojava News: Çavkaniyekî xwecihî ji bajarokê Holê ragihand, ku 4 çekdarên DAIŞê êrîşî Kampa Recm Silêbî ya li nêzîkî bajarokê Holê li parêzgeha Hesekê kirin û 37 kes kuştin.
Çekdarên DAIŞê îro sêşembiyê êrişî Kampa Recim Silêbî ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kirin.
Li gorî zaniyariyan, di vê êrişa DAIŞê de, di demên destpêka yên êrişê de 22 kes hatin kuştin.
Herwiha di encamdana êrişê de 35 kesên din ji birîndar bûn. Hat ragihandin, ku piraniya qurbaniyên êrîşa DAIŞê jin û zarok in û xelkê Iraqî ne.
Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê serê hinek ji koçberên di kampê de jêkirine.
Termên kuştiyan û herwiha 35 birîndarên êrişa îro ya DAIŞê bo ser Kampa Recim Silêbî bo Nexweşxaneya Niştimanî ya Hesekê û Nexweşxaneya Hîkme ya Hesekê hatin veguhastin.
Li gorî zanyariyan, 4 termên kuştiyan û 22 birîndarên êrîşa DAIŞê li Nexweşxaneya Niştimanî ya Hesekê ne.
Piştre ji ber dijwariya birînan, 15 birîndarên li Nexweşxaneya Niştimanî ya Hesekê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî hejmara kuştiyan bo 37 kesan zêde bû.
Hat zanîn, ku di nava welatiyên ku di êrîşa DAIŞê de jiyana xwe ji dest dane, zarokek 3 mehî yê bi navê Mintezir Ishaq Xidir jî heye, ku termê wî li Nexweşxaneya Niştimanî ya Hesekê ye.
Ji ber hejmara zêde ya birîndaran û kêmiya xwînê, Nexweşxaneya Hîkme û Nexweşxaneya Niştimanî li Hesekê daxwaza xwînê dikin.
Kesên ku ji êrişa DAIŞê rizgar bûne, ragihandine, ku têkiliya wan bi endamên malbatên wan re qut bûye û ew ti agahiyan ji xizm û kesûkarên xwe nizanin.
Kampa Recm Silêbî li 60 kîlometriya başûrê bajarê Hesekê ye û ketiye sînorê navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û DAIŞê de û li nêzîkî bajarokê Holê ya li parêzgeha Hesekê ye.
Kamp di bin kontrola hêzên HSDê de ye.
Li vê kampa nêzîkî Holê, hejmareke zêde ya aware û koçberên iraqî jî hene, ku bi taybet ji ber şerê li Mûsilê, xwe gihandine wê kampê. Herwiha awareyên ji bajarên Reqa û Dêrazorê yên Sûriyê jî li wê kampê hene.
