Şêwirmendê siyasî yê Barzanî: Îhtimal heye referandom meha Tebaxê pêk were

Şêwirmendê siyasî yê Barzanî: Îhtimal heye referandom meha Tebaxê pêk were

11:53:10

 

Rojava News: Şêwirmendê siyasî yê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje, îhtimal heye referandoma serxwebûna Kurdistanê meha Tebaxa îsal were encamdan.

Şêwirmendê siyasî yê Barzanî, Dr. Mihemed Hacî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, Serokatiya Herêma Kurdistanê ji hemû partiyan xwastiye nûnerê xwe bo komîteya referandomê destnîşan bikin. Ji bilî Gorranê hemû partî razî bûne nûnerê xwe destnîşan bikin.

Dr. Mihemed Hacî her wiha gotiye, referandom dê îsal were encamdan û îhtimal heye meha Tebaxê pêk were.

Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî beriya niha ji BasNewsê re gotibû, referandom dê îsal were encamdan. Serok Barzanî jî di hevdîtina sekreterê giştî yê NY Antonyo Guterres li Hewlêrê, ji wî re gotibû, Herêma Kurdistanê dê di demek nêzîk de referandomê encam bide.