12:31:18
Rojava News: Balafirên şer yên Tirkiyê li çeperên PKKê yên li ser sînorê Bakûr û Başûr dan.
Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ragihand, balafirên şer yên Tirkiyê îro danê sibê çeperên PKKê yên li devera Zapê, ku dikeve ser sînorê Başûr û Bakûr, dan ber bombeyan.
Li gorî nûçeyê, di encama wê êrişê de 4 baregehên PKKê hatin wêrankirin.
